Patronsuz Dünya dergisinin Neyi Savunuyoruz bildirisinin Kürtçe (Kurmanci) çevirisi çıktı. Çıkış metnimizin Türkiye, Kürdistan ve diğer dünya halklarının diğer dillerine çevrilmesi projemize destek olmak için lütfen bize ulaşın.

 

Em çi diparêzin!

 

Îro li temamê cîhanê pergala emperyalîst-kapîtalîst serwer e. Ev pergala ku di destê qulmek sermayedaran de ye mêtinkar, nîjadperest, zayendperest, dijminê siruştê ûhomofobîk e. Ev pergal ji mirovahiyê re şer, hilweşan, nîjadkujî, xwîn, rondik û ji xeynî bêkariyê jî tiştek nade.

 

Em tu car vê pergala nayê derman kirin naparêzin. Kapîtalîzm tu car nayê perwerde kirin. Bedelê xeyalên reformîst sedsala ku çû kedkarên welatên cîhanê yên sêyem kişandiye.Dermanê vê nexweşiya ku bûye belaya serê cîhanê şoreşa sosyalîst a cîhanê ye. Em sosyalîzmê pergaleke koma ku karkeran bi têkoşîna xwe ya têkoşer bikare saz bikediparêzin. Sosyalîzm rejîmeke, hin kesên rayedar û efserên  ku ji jorde ji karkeran re bi zorê xwe ferz bikin nîn e.

 

Teza Stalînîst a “Li welatekî sosyalîzm” em red dikin. Şoreşa sosyalîzmê di zemînekî neteweyî de dest pê dike, di qada navneteweyî de digihîje û di qada cîhanê de bi dawî dibe.Sedsala ku çû şoreşa elman, çîn, spanî hwd. ji sedema stalînîzm û peyrewên wî rastî xayintiyê hat.

 

Cîhana bê patron; koma kedkaran di asta navneteweyî de tekoşîna wan a bi rêxistinî diparêze. Welatparêzî, neteweperestî û fikrên din ên neteweperest red dike û enternasyonalîzmê dipejirîne.

 

Cîhana bê patron; serxwebûna sendîkayan ji dewleta burjûva û patronan diparêze. Li dijî burokrasiya sendîkayê têkoşînê, wek kevirê quncikê yê hebe nabeya koma têkoşînê diyar dike.

 

Cîhana bê patron; li dijî sermiyanê dewletê, amûrên artêş, polîs û dadgehê ye. Ev amûrên dewletê bi têkoşîna têkoşeriya koma karkiran ji holê rake û li  cihê wî avakirina bi dezgehên xweseriya koma karkiran (sovyet, komun, forûm hwd.) ê diparêze.

 

Cîhana bê patron; neteweya kurd û netewên din ên bindest mafê wan ê qedera xwe bi xwe tayîn bikin diparêze. Îdîa dike ku neteweyekî neteweya din bindest bike tu car nikare azad bibe.

 

Cîhana bê patron; nîjadkujiya ermenan a 1915 an nas dike û bangî mirovan dike ku bi rabirdûya xwe ya qirêj re rû bi rû bimînin. Qebûl dike ku di bilindbûna burjûvaziya tirkan de xesp û desteserkirina malên ermenan xwedî cihekî taybet e.

 

Cîhana bê patron; li dijî êrîşên li hemberî jinan û mafê wan ên dewlete dertê.   Piştgiriyê dide tekoşîna wekhevî û azadiya jinan û teşwîq dike.

 

Cîhana bê patron; li dijî helwesta dewletê ya destekê dide êrîşên li dijî LGBTÎ’yan û homofobiya civakê re têdikoşe. Mafên kesên LGBTİyî yên ji bermeyla xwe ya zayendî mehrûm mane ji bo bi dest bixe dixebite.

 

Cîhana bê patron; îdîa dike ku kapîtalîzm êdî tenê mêtinkariya karkiran nake, siruştê jî tune dikin. Li hemberî êrîşên li dijî siruşt û hilberîna çekên nukleerê yên kapîtalîzmê derdikeve. Bawer dike ku ev têkoşîn ne bi patronên xwe wek heval û hogirê siruştê nîşan didin lê bele bi çîna karkiran dê bigihîje serkeftinê .

 

Cîhana bê patron; dîsa ji bo partiya koma karkeran a navneteweyî enternasyonala çaran ava bike dişuxile. Bi vê mebestê avabûnên şoreşgerên marksîst ên di qada navneteweyîde derdikevin holê wek hogir qebûl dike.

 

Cîhana bê patron; ji bo komên karkerên belavbûyî yekîtiya çalakiyan dabîn bikin avabûna eniyeke yekbûyî diparêze. Di subjektîva Tirkiyeyê de di nava vê eniyê de CHP, partiya welat û kemalîstên din tê de tune bin, avabûnek çepgir a xîtabê girseyên fireh dike gerek hebe.

 

Cîhana bê patron; tim di têkoşîna şoreş û sosyalîzmê de xwendekarên Marx, Engels, Lenîn û Troçkî; wek Mehrîng, Luxemburg, Lîebknecht, Gramscî şoreşgerên mezin jî hevalên rêzê ne. Tê heman wateyê ku komunîst, sosyalîstên zanistî, şoreşgerên marksîst, bolşevîk-lenînîst û troçkîstîz e. Troçkî û troçkîzmê jî neparêzî wek lenînîzmek cîhanê fêhm kirin û şîrove kirinê de kêm dibe yî yê diparêzin.

 

Cîhana bê patron!

Reşemî – 2017